Li Parêzgeha Diyalayê ji aliyê DIŞIê ve hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Îraqê îro danê sibê li devera Bakûrê Şarebanê ya li parêzgeha Diyalayê terorîstên DIŞIê bi rêya nîşanşikênên xwe êrîşî ser hêzeke artêşa Îraqê kirine.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku di encama êrîşa han de herî kêm 3 leşkerên Îraqî hatine kuştin û leşkereke din jî birîndar bûye.
Ji aliyeke din ve her îro li nêzî gula Hemrînê jî bombeyeke vedayî bi karwaneke çekdarên heşda şebî re teqiyaye û di encama teqînê de çekdarekî heşda şebî hatiye kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin