General McKenzie li gel rayedarên Talibanê civiya

di civînê de di navbera her du aliyan de lihev hatin çê bûye.
کوردستان TV
100%

Civîn li Qeterê hatiye lidarxistin.

Ajansa AP belav kir ku, Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê General McKenzie li Duheya paytexta Qeterê li gel rayedarên Talibanê civiyaye.

Di civînê de McKenzie û rayedarên Talibanê behsa vê yekê kirine ku nabe Taliban bi ti awayî astengî û kêşeyan bo prosesa vekêşana hêzên Amerîkî û derxistina welatiyên medenî yên Amerîkî li Efxanistanê çê bike.

Di civînê de her du alî lihev kirine.

Ji aliyeke din ve rayedarên din yên wezareta berevaniya Amerîkayê jî ev civîna han pişt rast kirine û ragihandine ku di civînê de lihev hatinek çê bûye.

Weke tê zanîn ev sê roja Taliban Kabula paytexta Efxanistanê kontrol kiriye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.