Reuters: Li Firîngeha Kabulê herî Kêm 5 kes hatine Kuştin

taliban duhê ketibû nava Kabulê.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li firîngeha Kabul ya paytexta Afganistanê bi kêmî ve 5 kes hatine kuştin.

Reutersê ragihand ku ew kuştin dema ku bi sedan kesên li firîngehê hewil dane bi zorê li firokan siwar bibin, çêbûne.

Wê ajansê dîyar kir ku hîn ne zelal e ku ew kuştin bi guleyan yan bi geremolê çêbûne.

Karbidestekî Amerîka dabû zanîn ku leşkerên Amerîkî bo qelebalixê belav bikin ber bi esmên ve gule teqandine.

Berpirsên li Afganistanê ser wan kuştinan hîn ti şirove nekirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

Weke tê zanîn duhê Taliban kete Kabulê, Serokkomarê Efxanistanê jî ji welat derket û çû Tacîkistanê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.