Balyozê Amerîkayê radestî wezareta tendirostiya Îraqê kir.
Di çarçoveya hevkariyên Amerîkayê yên bo Îraqê de, îro Amerîka 500 hezar vaksînên nû yên dijî Koronayê radestî hikûmeta Îraqê kir.
Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, li gel wezîrê tendirostî yê Îraqê civiya û piştî civînê jî balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê bi fermî 500 hezar vaksînên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn şandin, radestî wezareta tendirostî ya Îraqê kir.
Di meha Tîrmehê de jî Amerîka 503 hezar vaksînên din radestî hikûmata Îraqê kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin