Di nava 24 seatan de 568 kes mirine.
Wezareta tendirostî ya Îranê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê di nava 24 seatan de li vê welatî 39 hezar û 39 kesên din bi Koronayê ketine.
Herwiha di nava heman demê de 568 kes jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îranê 4 miliyon û 320 hezar û 260 kes bi Koronayê ketine û 96 hezar û 215 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin