Tevgereke Îraqî gef li Tirkiyeyê dike

dibêje artêşa Tirkiyeyê zixmeta xwestekên AKP dike.
کوردستان TV
100%

 

Koma Nuceba dibêje gelê Îraqê nifretê ji artêşa Tirkiyeyê dike.

Koma Nuceba ya Îraqê yaku komeke çekdar ya Îraqî û ser bi heşda şebiye, li ser pêgeha xwe ya li twitterê gef li Tirkiyeyê kiriye.

Di peyamê de hatiye nivîsandin ku çavên xwe bigirin û xeyal bikin ku li kolanên Şirnex, Colemêrg, Wan û Amedê, hêzên çekdar yên biyanî hene, vê demê hisên we çawe bin? Nifret û kîn, bê goman niha gelê Îraqê jî li hember artêşa Tirkiyeyê ya li Îraqê xwedan heman hise.

Nuceba tekez li ser vê yekê kiriye ku ev liv û tegerên artêşa Tirkiyeyê ji derveya îradeya xelkê Tirkiyeyê ye û tenê jiber hiris û xwestekên desthilata AKPê de pêk hatiye.

Weke çawe hikûmeta Sûriyeyê daxwaz ji Erdogan nekiriye daku biçe Îdlibê, hikûmeta Îraqê jî daxwaz ji Erdogan nekiriye ku artêşa xwe bişîne Îraqê, lewre lazime artêşa Tirkiyeyê ji Îraqê vekêşe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.