Televîzyona dewleta Cezayîrê îro Çarşemê ragihand ku bi dehan şewatên daristanan Duşemê û Sêşemê li seranserê bakurê welêt destpê kiribû, bi rengekî wêranker berdewam dikin.
Di şewatên heftaya borî de, hatbûn destpêkirin, herî kêm 65 kes jîyanên xwe ji dest dane ku 28 ji mirîyan leşker in û her wiha 18 leşker jî bi giranî birîndar bûne.
Hikûmetê bo alîkarîya vemirandina şewata ku li herêma çiyayî ya Kabylîe didome hêzên leşkerî şandibû heremê.
Serokê Cezayîrê Abdelmadjid Tebboune jibo qûrbanîyan sê roj şîna neteweyî ragihand û kiryarên dewletê yên ku negirêdayî şewatan nin, rawestandin.
Tizi Ouzou, navçeya herî mezin ya herêma Kabylîe jiber şewatan herî xirab bandor li ser çêbûye, gelek xanî şewitîne û welatî revîyane û li hotel, stargeh û li zanîngehên bajarên derdorê hatine bicîh kirin.
Hikûmetê got, ewê heqê zirarên welatîyan bidin. Wezîrê Karên Navxwe Kemîl Beldjoud jibo şewatan got, hin kesan bi zanebûn dane destpê kirin, lê ti delîl nîşan nedan.
Hejayê bîr xistinê ye ku şewatên daristanan di hefteya borî de li gelek heremên Cezayîr, Tirkîyê û Yunanîstanê şewat derketine û wêrankarî li şûn xwe hiştine.
Rêxistina Atmosfera Yekîtîya Ewrupa jî ragihand ku Deryaya Spî jiber pileya germahiya bilind bûye heremek metirsîdar ya şewatan.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin