Kompaniya Elit agro li Kurdistanê dest bi hêlbirînê de

vê li Kurdistanê çend projeyên girîng cîhbicîh bike.
کوردستان TV
100%

Serokê komîteya hêlbirînê li gel şandeke kompaniya han civiyaye.

Komîteya hêlbirînê ya li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku îro Serokê komîteya hêlbirînê ya Kurdistanê Mihemed Şokirî li gel şandeke kompaniya Elit agro ya Îmaratî civiyaye.

Di civînê de behsa rewşa hêlbirînê li Kurdistanê û derfetên hêlbirîna biyanî li Kurdistanê û karasaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo hêlbirînerên biyanî hatiye kirin.

Şanda Kompaniya nav hatî di civînê de kêfxweşiya xwe ya li hember hatina kompaniya xwe bo Kurdistanê diyar kiriye û ragihandiye ku hebûna ewqas projeyên girîng û steratejîkî li Kurdistanê bûye sedema dilxweşiya wan û gelek kêfxweş dibin ku kompaniya wan jî li Kurdistanê de dest bi cîhbicîh kirina projeyên curbicur dike.

Kompaniya Elit agro kompaniyeke mezin ya pîşesazî û çandiniyê ya Îmaratê ye û biryare şanda kompaniya han  serdana Dihukê jî bike.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.