Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê ji roja ku Korona gehêştiye Îranê heta niha, hijmara herî zêde ya miriyan di nava 24 seatan de hatiye tomarkirin.
Li gor wezareta tendirostî ya Îranê di nava 24 seatên derbsbûyî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 542 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê rengî pîvana hijmara miriyan ya rojane hatiye tomarkirin.
Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 36 hezar û 619 kesên din jî bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku niha li Îranê pêla pêncem ya Koronayê ya ji cureya Deltayê bilez belav dibe û piraniya pêketiyên rojane bi cureya Deltayê dikevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin