Derbarê DIŞIê de 5 pêşniyar pêşkêşî hevpeymaniya cîhanî hatine kirin.
Birêveberiya Xweser ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê derbarê çareser kirina kêşeya endamên girtî yên DIŞIê û malbetên wan yên di nava kempan de raportek ku ji 5 pêşniyaran pêk hatiye radestî welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, birêveberatiya Xweser di raporta xwe de daxwaz kiriye ku welatên cîhanê welatiyên xwe yên ku endamên DIŞIê ne û niha li Rojavayê girtîne, vegerênin welatên xwe da wan dadgehî bikin, lazime di warê îstîxbaratî de hevkariya hev û du bikin, bo dabîn kirina ewlekariyê li kempên Rojavayê bi taybetî kempa Hol hevkariya rêveberiya xweser were kirin û li Rojavayê dadgeheke navnetewî bo darizandina terorîstên DIŞIê were avakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin