Di nava mehekê de canê xwe ji dest dane.
Komîteya mafên mirovan ya Îraqê ragihandiye ku rewşa girtiyên di nava girtîgehên Îraqê de gelek xirabe.
Li gor daxuyaniya komîteya mafên mirovan, di nava mehekê de 3 girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Besreyê canê xwe ji dest dane.
Her çend komîsyon derbarê sedema can ji dest dana wan girtiyan de ti zaniyarî nedaye lê diyar kiriye ku ev her sê girtiyên han heta beriya ku canê xwe ji dest bidin, nehatibûn dadgehkirin û ti cezayek jî li ser wan nebûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin