Li du parêzgehên Îraqê de hatine girtin.
Artêşa Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde diyar kiriye ku hêzên wan karîne di encama du operasiyonan de 6 terorîstên DIŞIê binçav bikin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê di çarçoveya operasiyonên hêzên wan de yên li dijî terorîstên DIŞIê li her du parêzgehên Selahedîn û Enbarê du operasiyonên din li dijî terorîstan hatine lidarxistin.
Di encama wan her du operasiyonan de 6 terorîstên din yên DIŞIê hatine girtin.
5 ji wan terorîstan li Enbarê û terorîsteke din jî li Selahedînê hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin