Li Îraqê daxwaza qedexeyê tê kirin

dibêje wezareta tendirostî daxwaza 2 hefte qedexeyê dike.
کوردستان TV
100%

Wezaretê dibêje bila 2 hefte qedexe hebe.

Birêveberê giştî yê li wezareta tendirostî ya Îraqê Riyaz Helefî ragihand ku niha rewşa tendirostî ya Îraqê gelek metirsîdare û rojane hijmareke gelek zêde ji welatiyan bi Koronayê dikevin û hijmareke gelek zêde jî jiber Koronayê canê xwe ji dest didin.

Riyaz Helefî eşkere kiriye ku jiber zêdebûna hijmara pêketiyan û miriyan, wezareta tendirostiyê daxwaz ji hikûmetê kiriye daku li seraserê Îraqê bo 2 hefteyan qedexeya giştî ya derketinê were ragihandin.

Nav hatî eşkere kiriye ku welatî pêbendî şîretên tendirostî nabin û ev yek jî bûye sedem ku dîsa li Îraqê Korona serî hilbide.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.