Welatiyên xwe yên nava DIŞI wergirt.
Li gor jêderên çapemeniyê, duhê şandeke hikûmeta Albanî bi Serokatiya Konsulusê Albanyayê yê li Sûriye, Libnan û Urdinê, Mark Gharib serdana Rojavaya Kurdistanê kiriye.
Ev şand piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên îdareya xweser ya Rojavayê, li gel komîteya têkiliyên derve jî civiyaye û di civînê de nîqaş li ser çend mijaran hatiye kirin bi taybetî wergirtina welatiyên Albanî yên ku endamên DIŞIê bûne û di nava kempa Holê de dijîn.
Her di çarçoveya heman serdanê de şanda Albanî 19 welatiyên xwe yên ku berê endamên DIŞIê bûne û ji 14 zarok û 5 jinan pêk hatiye wergirtiye û vegerandiye welatê xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin