Behsa rewşa Ermeniyan li Îraq û Kurdistanê hate kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Ermeniyên Ortodox yên li Îraqê û Emîndarê giştî yê civata Serokên tayifeyên mesîhî li Îraqê Metran Avak Asadorian kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa ermenî û mesîhiyan li Îraq û Kurdistanê, girîngî û hevbeşiya tevahiya pêkhateyên olî û tenîkî di îdare kirina welat de, rewşa kilîseyan û parastina taybetmendî û mafên wan, metirsiyên DIŞIê û prosesa hilbijaritnên Îraqê hate kirin.
Di berdwamiya civînê de Metran Avak behsa rewşa ermeniyan li Kurdistanê kir û ragihand ku hijmara herî zêde ya ermeniyan li Zaxoyê ye, û balkêşande ser rewşa ewlekarî yaku bûye sedema koç kirina ermenî û mesîhiyan bo derveya welat û stayîşa hevûdu qebûl kirinê, bihevre jiyana aştiyane ya li herêma Kurdistanê kir û her du alî tekez li ser bihêztir kirina çanda han kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin