Îsmaîl Qaanî hatiye Bexdayê

hêzên şerker yên Amerîkayê tên vekêşandin.
کوردستان TV
100%

Îro bi nihênî serdana Bexdayê kiriye.
Çend jêderên li Bexdayê ji çapemeniya Îraqê re ragihandine ku îro Fermandarê hêzên Qudis yên Îranî Îsmaîl Qaanî bi awyeke nihênî serdana Bexdayê kiriye.
Heta niha ti zaniyariyên zêdetir derbarê vê serdana han de nehatine belavkirin lê serdana han piştî vê yekê tê ku di çarçoveya gera bû ya diyaloga steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê de, biryar hatiye dayîn daku dawî bi pîwerdariya şer ya hêzên şerker yên Amerîkayê li Îraqê were anîn.
Ji aliyeke din ve duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya û ragihandbû ku di dawiya sala 2021an de hêzên şerker yên Amerîkî ji Îraqê tên vekêşandin.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.