Wezîrê tendirostî serdana Parêzgeha Dihukê kir

amadekarî bo vekirina nexweşxaneyeke din ya taybet bi Koronayê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Rewşa tendirostî ya parêzgehê jiber zêde bûna Koronayê aloze.

Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, jiber zêde bûna hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin, li Parêzgeha Dihukê, îro duşem wezîrê tendirostî Dr, Saman Berzencî serdana vê parêzgehê kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku vê wezîrê tendirostî di serdana han de li gel rayedar û aliyên têkildar yên tendirostî li Dihukê bicive û nîqaş li ser çawetiya pêşî girtin ji belav bûna zêdetir ya Koronayê dike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di çarçoveya serdana wezîrê tendirostî de vê li Dihukê amadekarî bo vekirina nexweşxaneyeke din ya taybet bi Koronayê were kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hatiye diyarkirin ku di nava 12 seatên derbasbûyî de hijmara pêketiyan li Dihukê gelek zêde bûye û niha hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.