Behsa girtina tawanbarekî dike.
Îşev Fermandariya giştî ya antî terora Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî weşand û ragihand ku li ser daxwaza hikûmeta Îraqê tawanbarek ku li gel terorîstên ku di şeva Erfeya cejna qurbanê de teqînek li navçeya Sedir ya Bexdayê pêk anîbûn, têkiliyên wî hebûne, hatiye girtin.
Antî terorê diyar kiriye ku aliyên têkildar yên Îraqî zaniyarî derbarê tawanbarekî de ku têkiliyên wî li gel ev tîma terorîstî yaku teqîna navçeya Sedir pêk anîbû, hebûne, dane antî terora Kurdistanê, û hêzên antî terorê yên Kurdistanê jî piştî wergirtina wan zaniyariyan û dûvçûnên hûr karîne ev tawanbara han destnîşan bikin û bi fermana Dadwer tawanbarê han binçav bikin.
Antî terorê diyar kiriye ku ev tawanbarê han radestî aliyên têkildar yên Îraqê hatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin