2 hezar û 178 kes bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 178 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 770 kese.
Herwiha li Silêmanî jî 683 û li Dihukê jî 588, li Helebce 16, li Gerimiyan 98 û li Raperînê jî 23 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 1057 berketiyên berê baş bûne û 14 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin