Cîhadiyên Tirkiyeyê jî bi topxaneyan wan her du deveran topbaran kirin.
Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê bi tundî her du deverên Til Refet û Şehba li Rojavayê Kurdistanê bordiman kirine.
Hate zanîn ku li gel bordimana balefirên şer yên Tirkiyeyê, cîhadiyên Tirkiyeyê jî bi topxaneyên xwe Til Refet û Şehba bi tundî topbaran kirine.
Jêderên Tirkî behsa vê yekê dikin ku di encama topbaran û bordimanê de 7 endamên YPGê canê xwe ji dest dane, lê YPG heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin