Holenda çend projeyên girîng li Kurdistanê cîhbicîh dike

piraniya wan projeyan di warê çandiniyê dene.
کوردستان TV
100%

Şandeke Holendî niha li Kurdistanê ye.

Di çarçoveya hewldanên navbera hikûmeta Kurdistanê û Holendayê yên bo berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de, şandeke Holendî serdana Kurdistanê kiriye.

Biryare ev şanda han ya Holendî li Kurdistanê de çend civîn û hevdîtinan pêk bîne û di wan civîn û hevdîtinan de nîqaş li ser cîhbicîh kirina çend projeyên girîng û steratejîkî ji aliyê pisporên Holendî ve li Kurdistanê de were kirin.

Piraniya projeyên han di warê çandiniyê de têne cîhbicîhkirin û ev şanda han li gel wezareta çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê jî bo vê mebestê rêkeftinek îmze kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.