Di rojên cejnê de 127 hezar kes serdana Hewlêrê kirine.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê nivîsîngeha walîtiya Hewlêrê hatiye weşandin, hatiye diyarkirin ku di rojên cejna Qurbanê de zêdetir ji 127 hezar kes serdana parêzgeha Hewlêrê kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku di her çar rojên cejnê de bi giştî 127 hezar û 432 kes weke torîst serdana parêzgeha Hewlêrê kirine.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku tevahiya asankariyan li deverên curbicur bo torîstan hatine pêşkêşkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin