Beriya niha tevgera Sedir jî vekêşa bû.
Biryare li gor hikûmeta Îraqê û biryara komîsyona bilind ya hilbijartinan, di Cotmeha îsal de li Îraqê hilbijartinên pêşwerxt werin kirin.
Amadekariyên komîsyona bilind ya hilbijartinan berdewamin û ji aliyeke din ve jî aliyên siyasî yên Îraqê jî ji hilbijartinan vedikêşin.
Beriya çend rojan Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihandibû ku ev weke tevgera Sedir beşdariya hilbijartinan nakin.
Îro jî partiya komonîst ya Îraqê jî ragihand ku ev jî bi ti awayî beşdarî di hilbijartinên cotmehê de nakin.
Partiya komonîst behsa vê yekê kiriye ku hilbijartin nikare ti encameke beş bo Îraqê li gel xwe bîne lewre biryar dane ku nebin beşek ji dubare kirina qirîzan li Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin