Xwepîşandanên li Îranê didomin

li Loristanê jî ciwanek hate kuştin û du ciwanên din jî birîndar bûn.
کوردستان TV
100%

Heta niha nêzî 10 kesan hatine kuştin.

Xwepîşandanên li Îranê ku di destpêkê de jiber kêşeya bêavî bi taybetî li parêzgeha Xûzistanê ya li Başûrê Îranê destpê kiribûn berdewamin.

Xwepîşandan ne tenê li Xûzistanê belku li piraniya bajar û bajarokên Îranê berdewamin û li Tehrana paytext jî ev çend roje xwepîşandanên berdewam hene.

Xwepîşander diroşmeyên dijî rejîmê û Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî didin û daxwaza hilweşîna rejîma Îranê dikin.

Heta niha di xwepîşandanan de bi giştî nêzî 10 Xwepîşander ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatine kuştin û piraniya wan ji li Xûzistanê hatine kuştin.

Li Parêzgeha Loristan ya Rojhilatê Kurdistanê de jî Xwepîşandan berfire bûne û heta niha li Loristanê jî ciwanek hatiye kuştin û du ciwanên din jî bi destê hêzên rejîmê birîndar bûne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.