Serokwezîrê Fransa Jean Castex diyar kir ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta li welêt bûye vîrusa herî berbelav.
Castex da zanîn ku hikûmetê di civîna kabîneyê de ser têkoşîna dijî vîrusa korona biryarên nû sitandine.
Castex herwiha diyar kir ku em di pêla çaran de ne’’ Castex got û bal kişand ku cureya Delta, ku berê li Hîndistanê hatibû dîtin, ji yên din zûtir belav dibe.
Fransa ew demek e ser planên bo vaksîna vîrusa korona ya mecbûrî ya bo karmendên saxlemîyê û karta tendûristiyê nîqaşan dike.
Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa nêzî 6 mîlyon kesan bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 111 hezar kes bi wê mirine.
Ji voayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin