Dibêje bila hêzên çekdar êrîşî ser xelkê nekin.
Reza Pehlevî ku korê şahê berê yê Îranê ye û Serokê beşek ji opozîsyona Îranê ye, derbarê aloziyên li Xûzistanê de ji çapemeniyê re ragihandiye ku berpirsê yekem yê rijandina xwîna welatiyên tî bûy yên li Xûzistanê, Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyiye.
Reza Pehlevî heriwha daxwaz ji hêzên çekdar û ewlekarî yên rejîmê kirine ku di şûna ku gule li ser welatiyên tîbûyî bireşînin, lazime hevkariya wan bikin û wan biparêzin.
Ji aliyeke din ve, hîn aloziyên li Xûzistanê berdewamin û duhê jî li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandanên piştîvanî kirina Xûzistaniyan hatin organîzekirin û siloganên dijî rejîma Îranê hatin gotin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin