Ehmedînejad piştîvaniya xelkê Xûzistanê dike

dibêje rejîm di şûna ku xizmeta xelkê bike zextan li xelkê dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje rejîm xizmeta xelkê nake.
Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di peyameke raste rast de ku pêşkêş kiriye, piştîvaniya xwe bo xelkê Parêzgeha Xûzistanê diyar kiriye.
Ehmedînejad di peyama xwe de rexneyên gelek tund li rejîma Îranê kiriye û gotiye: Rejîma Îranê di şûna ku xizmeta xelkê bike zextan li xelkê dike.
Nav hatî herwiha diyar kiriye ku rejîm bo zext lêkirinê û bêdeng kirina xelkê gelek pere bikar tîne ku eger ev pere bo xizmet kirina xelkê were bikaranîn ti kêşeyek li Îranê namîne.
Weke tê zanîn ev çend roja li Îranê li dijî nebûna av, elektirîk, giranî û nebûna xizmetgozariyan li dijî rejîmê xwepîşandanên mezin tênkirin.
N: E. G

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.