Xelk li Tehranê diroşmeyên dijî rejîmê diqêriya

Xwepîşandanên li Îranê berfiretir dibin.
کوردستان TV
100%

Reza Şah jî dibêje gule li ser xelkê nereşînin.

Xwepîşandan û nerezatiyên dijî rejîma Îranê her ku diçe zêdetir dibin.

Piştî ku li Parêzgeha Xûzistanê, xwepîşandan hate kiri û çend Xwepîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin, îro li Tehran jî Xwepîşandan hate kirin.

Di xwepîşandana îro ya Tehranê de yaku li meydana Sadiqiye hatiye kirin, Xwepîşander ji bilî diyar kirina piştîvaniya xwe bo xelkê Xûzistanê, herwiha jiber nebûna av û elektirîkê diroşmeyên dijî rejîma Îranê qêriya.

Ji aliyeke din ve korê şahê berê yê Îranê Reza şah ku niha li Amerîkayêye daxwaz ji hêzên ewlekarî yên rejîmê kir daku jiber rejîmê, gule li ser welatiyan nereşînin û welatiyan jiber rejîma dîktator ya Îranê nekujin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.