Nexweşxaneyên Dihukê tîje bûne ji berketiyan

niha 150 nexweş di nava nexweşxaneyan dene û rewşa wan girane.
کوردستان TV
100%

Amadekarî bo dabîn kirina cîheke din taybet bi ragirtina berketiyan têkirin.

Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Dihukê diyar kiriye ku jiber zêde bûna hijmara pêketiyên Koronayê di wan rojên dawî de, her du nexweşxaneyên taybet yên bo ragirtin û çareser kirina berketiyên Koronayê tîje bûne.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Dihukê niha li ser vê yekê amadekarî tênkirin ku cîheke din ya taybet bo ragirtin û çareser kirina pêketiyên Koronayê were dabînkirin.

Di berdewamiya han de hatiye diyarkirin ku niha 150 berketiyên Koronayê di nava nexweşxaneyan dene ku rewşa wan girane û rojane ev hijmara han jî zêdetir dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkkirin ku rewşa tendirostî ya li Dihukê gelek metirsîdare û eger di warê cîhbicîh kirina şîretên xweparêziyê de welatî hevkar nebin vê rewş gelek metirsîdartir bibe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.