Rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê gelek xirabe

rêjeya taciza cinsî sedî 44 zêde bûye.
کوردستان TV
100%

TIHV dibêje eşkence kirin û nizîkatiyên şaş gelek zêde bûne.

Weqfa mafên mirovanya Tirkiyeyê yaku bi TIHV tê nasîn raportek belav kiriye û ragihandiye ku rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê gelek xirab bûye û eşkence kirin û nizîkatiyên şaş li hember girtiyan jî gelek zêde bûne.

Li gor raporta TIHV li gor amarên sala 2018an rêjeya kesên ku hatine eşkencekirin ji sedî 11 di wan du salên dawî de zêde bûye.

Di berdewamiya raportê de herwiha hatiye diyarkirin ku di nava wan du salên derbasbûyî de rêjeya wan jinên girtî yên ku rastî nizîkatiyên şaş hatine ji sedî 10 zêdetir bûye.

Herwiha rêjeya wan kesên ku rastî tacizên cinsî û fîzîkî jî hatine sedî 44 zêde bûye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.