Serbest Lezgîn: Êrîşên terorîstan bûne metirsiyeke mezin

dibêje pêdivî bi hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê heye.
کوردستان TV
100%

Derbarê rewşa deverên Kurdistanî de daxuyanî da.

Wekîlê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê Serbest Lezgîn derbarê rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê de daxuyaniyek da.

Serbest Lezgîn diyar kiriye ku liv û tevger û êrîşên terorîstên DIŞIê yên li wan deveran bûne metirsiyeke gelek mezin û cidî.

Lezgîn diyar kiriye ku ji ber boşatiya ewlekarî û leşkerî yaku li wan deveran de heye, terorîstên DIŞIê li wan deveran liv û tevgerên xwe gelek zêde kirine û her şev êrîşî ser hêzên Îraqî dikin û ev êrîşên han jî bûne metirsiyeke gelek mezin û cidî.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku bo dagirtina valatiya han û pêşî girtin ji wan êrîşan, lazime hevkarî û hemahengî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li wan deveran de hebe û bo vê yekê wezareta pêşmerge amadeye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.