Çalakvanekî Rojhilatî hate kuştin

zêdetir ji 10 sal bû li Silêmanî dijiya.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê kesên nenas ve li Silêmanî hatiye kuştin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku duhê li parêzgeha Silêmanî, çalakvenekî Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Hengawê ev yek eşkere kiriye ku duhê derdorê nîvroyê, çalakvanê Rojhilatê Kurdistanê Behrûz Rehîmî yê bernas bi Rêbîn, li gundê Jale ya li parêzgeha Silêmanî di cîhê karê xwe de bi demançeya bêdeng ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

Hengawê eşkere kiriye ku Rêbîn zêdetir ji 10 sale li Başûrê Kurdistanê jiyaye, temena wî 49 sale û duhê çend çekdarên nenas bi tirimbîleke BMW ya reş êrîşî ser wî kirine û bi çekê bêdeng ew kuştine.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.