Wezîrê berevanî yê Îsraîlê: Lazime em amade bin

dibêje metirsiya herî mezin Îrana xwedan çekên etomiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje metirsiya herî mezin bo ser Îsraîlê Îrane.
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku lazime Îsraîl weke hertim li hember metirsiyên dijî xwe amade be.
Benny Gantz diyar kiriye ku niha metirsiya herî mezin ya li ser Îsraîlê ewe ku Îran bibe xwedan çekên etomî lewre lazime rê neyê dayîn ku Îran bibe xwedan wan çekan û pêwîst Îsraîl jî bo rûbirû bûna metirsiyan amade be.
Nav hatî di gotara xwe de diyar kiriye ku niha Îsraîl rastî hinek astengiyan hatiye lezime hewl bo derbas kirina wan astengiyan were dayîn û li Rojhilata Navîn de jî guhertinên bingehîn çê dibin û lazime Îsraîl jî bo vê yekê amade be.
N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.