Li ser genocide kirina Êzidiyan dengdan tê kirin.
Biryare îro parlementoya Belcîkayê li ser mijara nasîna komkujiya Êzidiyan ji aliyê DIŞIê ve bi genocide, dengdanê bike.
Ji aliyeke din ve nunerê hikûmeta Kurdistanê li Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî ragihand ku belgenameyên pêwîst yên ku îsbat dikin genocide çê bûye, radestî parlementoya Belcîkayê û çend welatên din yên Ewrûpî û cîhanê hatine kirin.
Ajgeyî behsa vê yekê jî kiriye ku vê di demên pêş de çend welatên din jî komkujiya han weke genocide nas bikin.
Weke tê zanîn di sala 2014an de terorîstên DIŞIê êrîşî ser Êzidiyan kirin û bi hezaran Êzidî revandin û bi hezaran Êzidiyên din jî kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin