Dibêje lazime êrîşî ser hêzên Amerîkî were kirin.
Ajansa nûçeya ya Reutersê belav kir ku, çavkaniyek hayedar yê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, hefteya derbasbûyî li Bexdayê civînek di navbera berpirsên komên çekdar yên Îraqî li gel rayedarên mezin yên spaha pasdaran ya Îranê hate lidarxistin.
Çavkaniyê eşkere kiriye ku, di civînê de rayedarên spaha pasdaran daxwaz ji komên çekdar yên Îraqê yên ser bi Îranê kirine daku êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî yên li Îraqê zêdetir bikin.
Jêderê diyar kiriye ku rayedarên spaha pasdaran daxwaz ji komên çekdar kirine ku tole ji Amerîkayê hildin û li Sûriye û Îraqê êrîşên zêdetir bikin ser hêzên Amerîkî.
Ji aliyeke din ve wezareta berevaniya Amerîkayê jî dilgiraniya xwe ya li hember êrîşên li dijî hêzên Amerîkî diyar kiriye û ragihandiye ku mafê Amerîkayê jî heye ku bersifa wan êrîşan bide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin