Dibêje dikarin hevkariya hikûmeta Îraqê bikin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de derbarê bûyera Zîqarê de rixmî ku sersaxî daye malbetên qurbaniyan û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran xwestiye, eşkere kiriye ku weke hikûmet û wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, di warê tendirostî de amadene her cure hevkariyek pêşkêş bikin.
Wezareta tendirostî herwiha diyar kiriye ku nexweşxane û tîmên tendirostî yên Kurdistanê amadene û dikarin pêşwaziya kesên birîndar bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin