Li Rojhilatê 2 kes ji aliyê birayê xwe ve hatin kuştin

xwarzêyê xwe jî bi dijwarî birîndar kiriye.
کوردستان TV
100%

Zarokek jî birîndar bûye.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, li bajarê Sehne ya li parêzgeha Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê kesek xuşk û birayekî xwe kuştiye û zaroka xuşka xwe jî bi dijwarî birîndar kiriye.

Li gor nûçeya navenda Hengawê kesek bi navê Kiyanûş Ezîzî temen 49 sal çûye mala bavê xwe ya li bajarê Sehneyê û êrîşî ser xuşk û biryarê xwe kiriye û di encama êrîşa han de xuşk û biryarên xwe kuştiye û xwarizêyê xwe jî bi dijwarî birîndar kiriye.

Ev bûyer ku jiber dabeş kirina mîrasê bûye duhê li bajarê Sehneyê qewmiye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.