Wezaretê amarên nû belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên taybet bi 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 537 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li li Dihukê hatiye tomarkirin ku 436 kese.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku di nava heman demê de 772 berketiyên berê jî baş bûne û 8 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin