Civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî biryar daye.
Li gor daxuyaniyeke fermî ya Netewên Yekgirtî, piştî lihev kirina Amerîka û Rûsyeyê ya li dor dom kirina şandina hevkariyên însanî yên bo Sûriyeyê bi rêya axa Tirkiyeyê, civata ewlekarî ya NY jî civînek lidar xistine.
Di civîna civata ewlekarî ya NY de biryar hatiye dayîn daku şandina hevkariyan bo Sûriyeyê bi qasî 12 mehên din berdewam be.
Beriya niha Rûsye ji NY re name şandibû û ragihandibû ku nabe hevkariyên han bi rêya axa Tirkiyeyê werin şandin jiber ku hevkariyên han negehêjine destê xelkê belku dikevin destê komên çekdar.
Rûsye herwiha ji NY re gotiye ku Tirkiye çavê xwe li hember liv û tevgerên komên çekdar yên weke Elnusra û Qaîde digire û ev komên han jî dest bi ser hevkariyên însanî de digirin ku bo Sûriyeyê têne şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin