Îran: Ciwanên me di pêşde birina eniya Muqawême de serkeftî bûne

dibêje niha baştirîn û pêşkeftîtirîn çek û dorne di destê hêzên leşkerî yên Îranê dene.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Sûriye, Yemen û Îraqê de serkeftî bûne.

Fermandarê spaha pasdaran ya Îranê Hesen Selamî di gotareke xwe de yaku di merasima radest kirina mûşekeke nû ya bi navê Elmas bo artêşa vê welatî de, behsa rola ciwanên Îranê di pêşde birina eniya berxwedanê ( muqawime) li Sûriye, Îraq û Yemenê kiriye û ragihandiye ku ciwanên Îranî di vê warî de roleke serekî lîstine û serkeftî bûne.

Li gor çapemeniya Îranê mûşeka nû yaku ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin gelek bihêze û dikare balefirên şer, mûşek û rokêtan destnîşan bike û êrîşî ser wan bike.

Selamî her di heman gotara xwe de jî ev yek diyar kiriye ku niha pêşkeftîtirîn çek û balefirên dorne di destê artêş û spaha pasdaran ya Îranê de hene.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.