Wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê êrîşa ser Hewlêrê de daxuyanî da.
Îşev bi dorneyeke bombekirî êrîşî ser balefirxaneya navnetweî ya Hewlêrê hate kirin.
Antî terora Kurdistanê diyar kir ku, êrîş bi rêya dorneyeke bombekirî pêk hatiye û ti zirareke canî û madî li pey êrîşê nebûne.
Herwiha hevpeymaniya cîhanî jî diyar kiriye ku êrîş bi rêya dorneyeke bombekirî pêk hatiye.
Her li ser vê mijarê jî wezareta berevanî ya Amerîkayêjî daxuyanî daye û diyar kiriye ku armanca êrîşê navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkayê bûye.
Wezareta berevanî herwiha diyar kiriye ku vê pişt re zaniyariyên berfire li ser êrîşê belav bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin