Antî teror: Bi dorneya bombekirî êrîş pêk hatiye

ti zirarên canî û madî li pey êrîşê nebûne.
کوردستان TV
100%

Anît terora Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Fermandariya giştî ya antî terora Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya îşev ya bo ser balefirxaneya Hewlêrê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku êrîşa han bi dorneya bombekirî pêk hatiye û êrîş ti zirareke cenî û madî li pey nebûye tenê bûye sedema çê bûna agirekê li nêzî balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û tîmên hawar hatinê jî agir kontrol kirine.

Weke tê zanîn duhê Fermandarekî heşda şebî gef li hêzên Amerîkî kiribû û gotibû ku hem li Kurdistan û him jî li Îraqê vê êrîşî ser hêzên Amerîkî bikin.

Ev çend care bi dorneyan êrîşî ser balefirxaneya Hewlêrê tê kirin û Amerîka û hevpeymaniya cîhanî jî êrîşên han mehkûm dikin û dibêjin ev êrîşên han weke êrîş kirine ser me ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.