Behsa hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro sêşem 6ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Richard Bell kir.
Di civînê de guhertinên dawî yên Îraq û Sûriyeyê û çend mijarên din yên ku cîhê girîngiya hevbeş bûn hatin nirxandin.
Me di civînê de herwiha tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û hevkariya navbera herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman kir bo rûbirû bûna metirsiyên terorê li deverê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin