Behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Rûsyeyê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di civînê de her du alî giftgûo li ser pêşhatên dawî yên li deverê, rewş û pêşhatên siyasî yên li Îraqê û Sûriyeyê û metirsiyên terorê kirin.
Her di heman civînê de Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, ji nav birina yekcarî ya terorê pêdiviya xwe bi hewleke pir alî ya navnetewî heye û got: Lazime hewldanên heyî yên ji bo ji nav birina terorê li Îraq û Sûriyeyê bi awayeke hevdem bin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraq û hilbijartinên pêş yên Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya bandora aramiya Îraqê li ser aramiya deverê bi giştî kirin.
Nirxandina têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê jî mijareke din ya civîn bû û Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Rûsyeyê xwest.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin