Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir ku dibe karbidestên Amerîka û Rûsya di vê mehê de ser danûstandinên bo stratejiya çekên navokî kom bibin.
Reutersê bêyî ku ti hûrgiliyên bide ew agahî ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyeyê Sergei Ryabkov ragihand.
Ryabkov diyar kir ku ew hêvî dikin ku di vê mehê de bi karbidestên Amerîka re bicivin.
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî li Cenevrê civîyabûn.
Biden û Putin li hev kiribûn ku ew ser kontrolkirina çekan û kêmkirina rîskan di diyalogê de bin.
Bi destkarî ve ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin