Li Îranê xwepîşandan hate kirin

li dijî raberê Îranê siloganan davêjin.
کوردستان TV
100%

Li dijî Elî Xamneyê diroşm qiriyan.

Ev çend roje li gelek bajar û bajarokên Îranê li dijî nebûna elektirîkê welatî xwepîşandanên mezin dikin.

Di xwepîşandanan de welatiyên xwepîşander li dijî raberê Îranê Elî Xamneyê diroşm didin.

Li Îranê jiber hişkesaliyê û herwiha jiber qirîza darayî ev demêke kerta elektirîkê rastî kêşe hatiye û elektirîka xelkê tê qutkirin û xelkê bê elektirîk dimîne.

Hate zanîn ku li gel hatina demsala havînê û bilind bûna pileyên germiyê li hin bajarên Îranê biqasî 5 û li hin bajarên din jî bi qasî 6 seatan rojane elektirîk tê qutkirin.

Xala herî balkêş ewe ku di xwepîşandanek li Bakûrê Tehranê yaku li nêzî koşka hikûmetê li taxa Sedabad hatiye organîzekirin, xwepîşander bi tundî li dijî raber û rayedarên din yên Îranê diroşm diqirin û daxwaza dev ji kar berdana wan dikin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.