Ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Li gel berdewam bûna prosesa guhertina demografiyê li Efrînê, zextên komên cîhadî yên li dijî welatiyên Kurd jî berdewamin û rojbiroj zextên han dijwartir dibin.
Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihandiye ku di rojên pêş de komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve li bajarê Efrîn û derdorê 9 welatiyên Kurd revandine.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê herwiha diyar kiriye ku komên cîhadî bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan dikin û yek ji wan revandiyan bi navê Ebdo Hido li hember wergirtina 3 hezar dolaran hatiye azadkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin