CEK mokir hatina terorîstekî DIŞIê belav kir

xwestiye li Hewlêrê êrîşeke terorîstî pêk bîne.
کوردستان TV
100%

Xwestiye êrîşî ser navenda antî terora Kurdistanê bike.

Civata ewlekariya Kurdistanê êwara îro duşem daxuyaniyek weşand û têde lixwe mokir hatine terorîstekî DIŞIê ku xwestiye êrîşî ser navenda antî terora Kurdistanê ya li Hewlêrê bike, hatiye weşandin.

Ev terorîstê DIŞIê ku têkiliyên wî yên raste rast li gel berpirsên DIŞIê hebûne, pilan kiriye daku bo azad kirina terorîstên girtî li Hewlêrê, êrîşî ser navenda antî terora Kurdistanê bike.

Terorîstê girtî eşkere kiriye ku raste rast ji xelîfeya DIŞIê ferman wergirtiye ku ev êrîşa han ya terorîstî pêk bîne.

Bo zaniyariyên zêdetir ev lînka han bitekînin.

https://www.facebook.com/kurdistantvcenter/videos/339326250928384

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.