Cîhê avêtina mûşekan jî hatiye diyarkirin.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, îro duşem piştî nîvroyê, bi mûşekan careke din êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Îraqê cîhê avêtina mûşekan qezaya Hît ya li parêzgeha Enbarê ye.
Hate zanîn ku ti zirarên canî û madî li pey êrîşa han nebûne.
Navenda leşkerî ya Eyn Esed navendeke leşkerî ya hevbeşe ku têde hêzên Amerîkî û Îraqî dimînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin