Zêdetir ji 1000 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 1071 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li li Dihukê hatiye tomarkirin ku 415 kese û li Hewlêrê jî 311 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 625 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin